Piraniya biryarên Dadgeha Federal li dijî qewariya Herêma Kurdistanê û pêkhateyên Iraqê bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê, di kêmtirî heft salan de; Li dijî Herêma Kurdistanê û pêkhateyên din ên Iraqê çendîn biryar derxistiye.

Di sala 2005an de, dema ku Iraq di heyama “desthilata veguhêz” de bû, Dadgeha Bilind a Federalî bi biryareke wezarî hat avakirin, berî ku destûra nû ya Iraqê bê amadekirin.

Li gor madeya 92 ya destûrê, dadgeh hêj neketiye çarçoveya destûrî ya dewleta federal, lê biryarên wê li dijî qewareya federalî ya Herêma Kurdistanê, netewe û pêkhateyên din ên Iraqa federal berdewam in û bi awayekî aşkere destûrê binpê dike.

Biryarên Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê li dijî Herêma Kurdistanê û netewe û pêkhateyan:

- Di 20/11/2017’an de, Referanduma Herêma Kurdistanê bi nedestûrî ragihand û hilweşand.

- Di 2022/2/15’an de, yasaya neft û gazê bi nedestûrî û nedadperwerane binav kir.

- Roja 4/10/2022’an, Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê bi nedestûrî ragihand.

- Roja 25/1/2023’an, şandina pereyan bo Herêma Kurdistanê bi berûvajî yasa û madeyên destûrê binav kir.

- Di 30/5/2023’an de, dirêjkirina dema Parlementoya Kurdistanê bo sala pêncem hilweşand.

- Di 28/8/2023’an, sizaya rêgirtina li dijî vekirina baregehên partiyên siyasî rakir.

- Di 3/9/2023’an de, radestkirina baregehên Operasyonên Hevbeş li Kerkûkê ji bo PDKê rawestand.

- Di 14-11-2023 de, dûrxistina Mihemed Helbûsî ji serokatiya Parlamentoya Iraqê.

- Di 21-2-2024’an de, dijayetiya Dadgeha Federal li dijî Herêma Kurdistanê û pêkhateyan gihîşte lûtkeyê ku biryara hilweşandina 11 kursiyên Parlamentoya Herêma Kurdistanê da û hejmara kursiyên Parlamentoya Kurdistanê daxist 100 kursî.

Ji bilî wê jî, biryar da ku Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê li şûna Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê, lidarxistina gera şeşem a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê birêve bibe, Herêma Kurdistanê li ser çar deveran dabeş kir.