Êrîşî başûrê Israîlê tê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji aliyê Deryaya Sor ve êrîşî bajarê Îlatê yê başûrê Israîlê tê kirin, lê çi zirar ji wê êrîşê çê nabin.

Serê sibeha îro (Duşem, 18.03.2024), Ji aliyê Deryaya Sor ve êrîşî bajarê Îlatê yê başûrê Israîlê hat kirin, lê Berdevkê Artêşa Israîlê Daniel Hagari ragehand, “Çi zirar ji wê êrîşê çê nebûne”.

Rojnameya Yedioth Ahronothê ya Israîlî ji zarê Berdevkê Artêşa Israîlê Daniel Hagari belav kiriye, serê sibeha îro çavdêriya tiştekî bigoman kiriye ku ji aliyê Deryaya Sor ve ber bi axa Israîlê ve hatibû avêtin û li cihekî çol ê bakurê bajarê Îlatê keft, bê ku çi zirarek hebe. Lê Berdevkê Artêşa Israîlê çi ronkirinek li ser wî tiştê bigiman neda.

Ji piştî 07.10.2023ê ve, bajarê Îlatê û benderê wê, ku dikeve kinarê Deryaya Sor û nêzî kendavê Eqebeyê, berdewam dikeve ber êrîşên çekdarên Hûsiyên Yemenê, taybet piştî êrîşa artêşa Israîlê bo ser kertê Xezzeyê ji ber wê dorpêça çekdarên Hûsî xistiye ser livîna keştiyên bazirganî, çalakiyên benderê Îlatê bi rêjeya 85% kêm bûne.