Sunne spasiya Serok Barzanî dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Her sê hevpeymaniyên Azim, Hesim û Siyada di daxuyaniyeke hevbeş de behsa hewlên partiyan ji bo dagirtina valahiya postê Serokê Parlamentoyê kirin û spasiya xemxwariya Serok Barzanî ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê kirin.

Di daxuyaniya xwe de, her sê hevpeymaniyên Sunne tekezî li ser lidarxistina hilbijartinên parlamentoyê û yekalîkirina postê Serokê Parlamentoyê ji aliyê parlamenteran ve, li gor rêkarên yasayî û biryarên Dadgeha Bilind a Federalî kirin.

Hevpeymaniyên Azim, Hesim û Siyada gotine, dagirtina valahiya destûrî ya postî Serokê Parlamentoya Iraqê dê bibe pêngavek ber bi aktîvkirina rola parlamentoyê di karên yasadanîn û çavdêriyê de.

Dadgeha Federal a Iraqê roja 14ê Mijdara 2023an endamtiya Mihemed Helbûsî û Leys Dilêmî di Parlamentoya Iraqê de bidawî anî, bi vê biryarê re jî, Helbûsî ji posta Serokê Parlamentoya Iraqê hat dûrxistin.

Li gor rêkeftina ku piştî sala 2003an proseya siyasî ya Iraqê li ser hatiye avakirin, postê Serokatiya Parlamentoyê ji pişka Sunneyan e, lê hêzên Sunne heta niha li ser namzedekî hevbeş li hev nekirine ku bibe serokê nû yê Parlamentoya Iraqê.