Malbateke koçber zaroka xwe li nexweşxaneyê hêştin û reviyan

Kurd24

K24-Navenda Nûçeyan

Li navçeya Cizîrê ya bajarê Şirnexê beriya 3 meh û nîvan jina koçber a İraqî ya bi navê Amîne Ebdulah li nexweşxaneyê zarokek anî. Lê piştî çend rojan ligel mêrê xwe zarok hêlan û çûn. Karmendên nexwexaneyê dibêjin eve 101 rojin em çaverê dikin ku dayik û bav bên zaroka xwe bibin.

Malbateke koçber zaroka xwe li nexweşxaneya cizîrê hêlan û karmendên nexweşxaneyê jî eve 101 rojin çaverê dikin ku ew malbat bên zaroka xwe bibin.

Li navçeya Cizîrê ya ser bi bajarê Şirnexî ya Bakurê Kurdistanê berî 3 mehan jina koçbera  Iraqî bi navê Amîn Ebdula li nexweşxaneyê zarokek anî û pştî çend rojan li gel mêre xwe zarok hêlan û çûn.

Karmendên nexweşxaneyê jî diyardikin ku ew çaverê dikin ku dayik û bav werin zaroka xwe bibin û dibêjin ku eve 3 meh û nîvin zaroka bi navê Melek di Nexweşxaneya Cizîrê de ye û rewşa tendurustiya wê pir başe lê pêwîstiya wê bi dayik û bavê wê heye.    

bizîşka Nexweşxaneya Şirnexê Sebahat Konuk da zanîn ku jiber ku ew zarok dişibe ferîşteyan wan bixwe navê wê danîne Melek.

Konuk dibêje: ‘’Melek Ebdulah eve 101 roje li vir e. Beriya 3 mehan ji dayik bû. Malbata wê ew hêlişt û çû. Niha rewşa tendurustiya wê başe, vîtamîn distîne. Êdî dixwaze biaxive. Xwe şirîn dike û heskirinê dixwaze. Heger malbata wê bê û hilde dê baş bibe.’’

Herwiha Konuk eşkerekir wan bi derfetên xwe xwestine malbata Melekê peyda bikin lê ti encam negirtine û diyarkir  eger malbat peyda nebe dê wê bidin mala sêwiyan.   

Ji aliyê xwe ve nojdar Xetîce Şahîn jî dibêje ku ew fêm nake çima malbatê Melek wisa bê xwedî hêlan.

‘’Dayik û bavên wê gotin emê herin pêwîstiyên wê bikirin û bên. Lê çûn û cardin nehatin. Min fam nekir çima lê venegeriyan.’’

Li gor amarên fermî yên Neteweyên Yekbûyî li Tirkiyê milyonek 800 hezar penaber hene. Penaberên li Tirkiyê dijîn piranî ji Suriyê, Rojavayê Kurdistanê û Iraqê ne. Piraniya penaberan jî di rewşeke  zehmet de dijîn.