Li Spanyayê şerê bacanên sor

Kurd24

K24- Navenda Nûçeyan

Li Spanyayê îsal 70’yemîn Festîvala La Tomatina anku şerê bacanên sor birêve çû û dîmenên rengîn derketin holê.

Di fersîvala şerê bacanan de ku li bajarokê Bunolê ya ser bi bajarê Valencia birêve çû, 120 ton bacanên sor hatine bikar anîn. Bi destpêkirina festivalê beşdaran bacanên sor avêtin hev û di nav demekê kurt de rê û kolan bûne derya bacanan.

Geştyarên biyanî weke her sal, îsal jî eleqeyek mezin nîşandan û 40 hezar geştyar beşdarî festivalê bûn.

Tê gotin ku ev Festîval yekem car di salên 1940’î de ji aliyê çend zarokên bajarokê Bunol ve destpêkiriye ku zarokan ji bo tinazan bi bacanan li hev xistine. 

Piştre ev koma zarokan her sal di heman demi de gehiştine hev û yariya sere bacanan kirine. Bi vî awayî her sal di roja Çarşema dawî ya meha Tebaxê de ev festival birêve diçe