Parlementerê CHPê: AKPê dixwaze gel bixapîne
K24- Enqere
Cîgirê Serokê Koma CHP’ê diyar kir ku Herêmên Taybet ên Ewlehiyê li dijî destûr û yaseyan e, bal kişand li ser wê yekê jî ku li 15 bajaran Rewşa Awarte heye ku bi destê waliyan birêve diçe.
Levent Gök di daxuyaniya xwe a li parlamentoyê de duh, 26ê Tebaxê, ragehandina Herêmên Taybet ên Ewle rexne kir û wiha got: “AKPê hewl dide ku gel bi derewên xwe bixapîne, Herêmên Taybet ên Ewle raste rast îlankirina Rewşa Awarte. Ev yek destûrê binpê dike û divê demildest ev rêzikname were betalkirin.”
Gök diyarkir ku bi vê biryarê baweriya bi AKP’ê nemaye û axaftina xwe wiha berdewam kir “Biryara Rewşa Awarte û Rêveberiya Awarte li ser hizra komîteya Ewlehiya Neteweyî, Biryara Civata Wezîran û erêkirina Parlamentoyê , tê girtin. Lê digel vê yekê ji aliyên waliyan wergirtina vê biryara ku gelek mafên destûrî ên wek bicihbûn, xebat û gerê asteng dike, li dijî destûrê ye. Bi vê biryarê li dijî demokrasî û destûra Tirkiyeyê darbe hatiye kirin.”