HDPê bo Kalkan: Em erkê xwe dizanin

Kurd24

K24- Amed

Berdevkê HDPê Ayhan Bilgen bersiva rexneyên Rêvebirê PKKê Duran Kalkan en wek "ma HDPê çi kiriye ku banga çekberdanê dike" da, diyarkir ku ew ê xebatên xwe ên bo aştiyê baştir birêve bibin.

Berdevkê HDPê Ayhan Bilgen di konferensekî rojnamevanî de duh, 26ê Tebaxê, bi awayekî polîtîk bersiv da Duran Kalkan û got: “Li gorî me, HDP hay ji wê yekê heye ku çi bar li ser pişta wê ye. HDP'ê ji aliyekî di bin zextên girtinê de ye. Lê divê em li hemberî civakê, ji bo ku xwîn nerije baştir bixebitin.”

Bilgen daxuyaniya xwe berdewam kir û got: “Heger hilbijartinên li pêşiya me di nava ewlehiyê de derbas bibin, em ê wê baweriya ku civaka Tirkiyeyê daye me xurttir bikin.”

Duran Kalkan di daxuyaniya xwe ya televîzyonî de gotibû: ”Bangê bo hin deveran dikin, wan çi kirine ku vê bangê dikin. Divê hinekî hay ji rastiyê hebin. Divê nûneriya gelan, nûneriya gelê kurd baş bikin. Heger bi karên xwe, bi karên parlamentoyê mijûl bibûyan û çareseriyek peyda bikirana wê ji dêvla şer siyaseteke demokratik hebûya.

Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş di dema dawiyê de her tim nerazîbûna xwe ya bo şer tîne ziman û bangî aliyan dike ku şer raweste. Demirtaş herî dawî li İzmirê bangî PKK'ê kiribû ku bê şert û merc dev ji çalakiyên xwe berde.