Davutoglu wezîrên hikûmeta demkî diyar dike

Kurd24

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîr Ahmet Davutoglu pêşniyaza wezîrtiyê li parlamenterên CHPê, MHPê û HDPê kir ku di hikûmeta hilbijartinê de cih bigirin.

Serokwezîr Ahmet davutoglu di daxuyaniya xwe ya duh 26 Tebaxê de diyar kiribu ku divê di hikûmeta hilbijaretinê ya demkî de ji hemû partiyan wezîr hebin.

Her wiha îro bo 22 kesan name hat şandin ku bibin wezîr.

Ji CHPê, Deniz Baykal, Erdoğan Toprak, Gülsüm Bilgehan Toker, Tekin Bingöl û Ilhan Kesici,

Ji MHPê Kenan Tanrikulu, Meral Akşener û Tugrul Turkeş,

Ji HDPê Muslum Dogan, Levent Tuzel û Ali Haydar Konca re name hat şandin.

Hemû parlamenterên HDPê yên ku name ji wan re hatine şandin,  kesên vê dawiyê ketine nav têkoşîna kurdan in.

Niha çav li wê yekê ye ku gelo wê kîjan parlamenter pêşniyaza wezîrtiyê qebûl bike.