Îran daxwaza berdana 19 girtiyan ji Amerîkayê dike

Kurd24

K24– Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Îranê daxwaza azadkirina 19 girtiyên Îranî yên di girtîgehên Amerîkayê de, dike.

Berdevka Wezareta Derve ya Îranê Merziya Efxem duh, 26 Tebaxê, dubare daxwaza azadkirina 19 girtiyên ku bi tohmeta binpêkirina yasayên Amerîkayê girtî ne, kir.

Ev daxuyaniya Efxem hat, piştî ku Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Hesen Qeşqewayî roja, 25 Tebaxê, gotibû ku ti planên Îranê bo veguhartina girtiyan ligel Amerîkayê bi peyamnêrê Washington Postê re Jason Rizaian, nînin.

Jason Rezaian peyamnêrê “Washington Post”ê li Abu Zabî, bêtirî salekê ye li Îranê bi tohmeta “sîxûrî û helwêsta li dijî Îranê” girtî ye.