Eniya el-Nusrayê du Hawen arasteyî Efrînê kirin

Kurd24

K24 – Efrîn 

Eniya el-Nusrayê du topên Hawenê avêtin gundê Dêr Belûtê yê herêma Efrînê, di encamê de jinek sîvîl birîndar bû.

Çalakvanên navçeya Cindirêsê duh, 26 Tebaxê, danê êvarî ji K24ê re ragehandin ku du topên Hawenê ji girên gundê Etmê yê di jêr destê Eniya el-Nusrayê de hatibûn avêtin, li gundê Dêr Belûtê ketin.

Derbarê ziyanên wan her du topan çalakvanan gotin ku, jineke sivîl birîndar bû û çend malên welatiyan jî wêran bûn.

Eniya el-Nusrayê ji 30 Têrmeha borî ve êrîşî her du gundên Dîwa û Dêr Belûtê yên navçeya Cindirêsê dikin, ku şer û pevçûnên di navbera çekdarên Eniya ek-Nusrayê û YPGê de derdikeve.