Pisporê internêtê yê DAIŞê hat kuştin

Kurd24

K24 – Navenda Nûçeyan

Pisporê internêtê yê DAIŞê di êrîşeke firokeyên hevpeymaniya navdewletî de li Sûriyê hate kuştin.

Çavkaniyekê ji Wezareta Bergîrî ya Amerîkayê duh, 26 Tebaxê, ragehand ku “Hacker”ê mezin ê DAIŞê Cinêd Hisên di êrîşeke firokeyeke bê firokvan yên Amerîka de li bajarê Reqaya Sûriyê hat kuştin.

Ev cara duyem e ku di heşt rojan de kesayetiyeke berçav a DAIŞê tê kuştin, ku 18 tebaxê kesatiya duyem ya DAIŞê li Mûsilê di êrîşa firokeyên hevpeymaniyê de hatibû kuştin.

Hisên berê di sala 2012an de ji ber hakirkirina hesabê Tony Bler hatibû girtin.