Li Tirkiyê partiyên ku tevlî hilbijartinan bibin, diyar dibin

Kurd24

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyeyê Hilbijartinên dubarekirî di 1'ê Mijdarê de li dar dikevin. komisyona Bilind a Hilbijartinê biryar da ku 29 partî tevlî hilbijartinan bibin.

komisyona Bilind a hilbijartinan, duh 28 Tebaxê, di rojnameya ferîmî de, navê partiyên tevlî hilbijartinên Giştî ên xula 26mîn bibin, eşkere kirin.

Li gorî biryarê partiyên dikarin tevlî hilbijartinan bibin, divê 6 mehan beriya hilbijartinan rêxistinbûna xwe li bêhtirîn bajaran temam kiribin û kongreyên xwe ên mezin lidar xistibin. 

Li gorî daneyên Serdozgeriya Komarê a Dadgeha Bilind li Tirkiyeyê 97 partiyên siyasî hene. Lê belê ji van partiyan ên dikarin tevlî hilbijartinên bibin wiha hatin aşkere kirin;

AK Parti, Partiya Anadolê, Partiya Serbixwe a Tirkiyeyê, Partiya Mezin a Yekgirtî, Partiya Gel a Komarê(CHP), Partiya Demokrat, Partiya Geşedanî a Demokrasiyê, Partiya Çeprê a Demokratîk, Partiya Rêya Rast, Partiya Kedê, Partiya Ciwan, Partiya Maf û Dadweriyê, Partiya Maf û Azadiyê(Hak-Par), Partiya Rizgariya Gel, Partiya Pêşveçûna Gel, Partiya Demokratîk a Gelan(HDP), Partiya Yekemîn, Partiya Kominîst, Partiya Demokrat a Lîberal, Partiya Navendî, Partiya Gel, Partiya Gel û Dadweriyê, Partiya Tevgera Neteweperest, Partiya Pêşveçûnê A Kevneperest, Partiya Azadî û Pişgiriyê, Partiya Saadetê, Partiya Lihevkirina Civakî, Nûsazî û Pêşveçûnê, Partiya Kominîst a Tirkiyeyê, Partiya Niştimanî.

Serokê komisyona bilind a hilbijartinan Sadî Kovan roja 25 vê mehê biryar da ku 1 Mijdarê dê roja hilbijartinên dubarekirî be.