Eniya el-Nusrayê gundên Efrînê topbaran dike

Kurd24

K24 – Efrîn 

Eniya el-Nusrayê bi Hawenan gundê Dêwa topbaran kir, şer û pevçûn jî li girên gundên Dêwa û Dêr Belûtê di navbera YPGê û eniya nvborî de derket.

Li gor ku çavkaniyekê ji gundê Dêwa bi navê Mihemed Hesen ji K24ê re ragehandiye, Eniya el-Nusrayê duh, 28 Tebaxê, demjimêr 17:00 bi Hawenan gundê Dêwa ya bi ser naçeya Cindirêsê li Efrîna Rojavayê Kurdistanê  topbaran kirin. 

Pişt re, şer û pevçûn li girên gundê Dêwa û Dêr Belûtê di navbera şervanên YPGê û çekdarên el Nusrayê yên li girên gundê Etmê yê bi ser gundewarê Idlibê dikeve, derket.

Li gor Hesen jî, ji encama ketina wan Hawenan li nava gundê Dêwa, gundî neçar bûn bi meşê ji gund derkevin, herwiha du kesên sîvîl jî birîndar bûn, ku yek ji wan mixtarê gund Mihemed Elo  ye û malên gundiyan jî hatin wêrankirin.

Ji 30 Tîrmeha borî ve şer û pevçûn di navbera Eniya el-Nusrayê û YPGê li girên gundên Dêwa û Dêr Belûtê derdikeve, roja 26ê Tebaxê dîsa gundê Dêwa bi Hawenan hat toparankirin.