Kantonên Rojava daxwaza darizandina AKPê dikin

Kurd24

K24- Navenda Nûçeyan

Kantonên Rojavayê Kurdistanê daxwaza dadgehkirina AKPê ji Neteweyên Yekbûyî dikin.

Kordînasyona Giştî ya Encûmenên Rêveber ên her sê kantonên Rojavayê Kurdistanê di daxuyaniyekê de duh, 29ê Tebaxê, daxwaz ji raya giştî ya Tirkiyê kir ku hemberî “siyasetên hovane yên AKPê” bêdeng nemînin.

Di daxuyaniyê de şerê navbera Tirkiyê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi “siyaseta AKPê ya dijberî gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê” binav kiriye.

Herwiha rêveberiyê kantonên Rojavayê Kurdistanê bang li hemû hêzên demokratîk û rêxistinên mafê mirovan û Neteweyên Yekbûyî kir ku “piştgiriyê bidin gelê Bakurê Kurdistanê û hesap ji AKP’ê ya komkujiyan pêk tîne û  di dadgehên navnetewî de bên dadgeh kirin.”