Encûmeneke nû ya taybat bi Kurdên Êzdî pêk tê

Kurd24

K24- Hewlêr

Encûmenek taybet a Kurdên Êzdî pêk tê, hejmara endamên wê 100 kesin, di nav wan de 10 jin jî hene.

Nûnerên Kurdên Êzdî li Parlementoya Kurdistanê, Şêx Şamo di daxuyaniykê de îro, 30ê Tebaxê, ji K24ê re got: “Ew encûmena nû dê cihê Encûmena Rûhanî ya Êzdiyan bigre, ji ber ku wê (encûmenê) nikarî wek pêwîst karûbarên êzdiyan birêve bibe.”

Encûmena nû bi rezamenadiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê damezrandin, ji 100 “kesên rewşenbîr û navdar ên” Kurdên Êzdî pêk tê, ku ji sedî 10ê wan jinin.

Şêx Şamo da zanîn jî ku “Mîrê Êzdiyan dê serokatiya encûmena nû bike.”