Ermeniyên Stenbolê di çêkirina zêran de yekem in
K24 – Stenbol
Piştî qirkirin û koçberiya destpêka serdsala 20an de ji welatên xwe bidûr ketin û berê xwe dan bajarên xerîbiyê, niha Ermeniyan cihekî xwe yê taybet di nav berhemendên çêkirina zîv û zêran de dîtine.
Piraniya Ermenan li Stenbolê bi cih bûne û li vî bajarî çêkirina zêr û zîvan didomînin. Ji heyama Osmaniyan ve û heta îro, çêkirina zêr û zîvan di destê Ermenan de ye.
Hayrabet Toplayici yê Ermenî ku 30 sal in vî karî dike û dibêje ku ji bo çêkirin û fêrkirina zêr û zîvan demeke dûr û dirêj pêwîst e.
Kevork Keçecioğlu ku kesekî ji dehan salan ve vî karî dike derbarê cureyên zêr û zîvan de wiha dide zanîn ku Kesên biyanî ku cara yekem van zêr û zîvan dibîne şaş û metal dimînin.
Di bazara dîrokî ya Stanbolê de bi hezaran cureyên van zêr û zîvan hene. Gelek lîstikvan û hunermend ji bo di fîlmên xwe de bi kar bîne zêr û zîvên xwe bi Ermenan didin çêkirin.