Emîrek û 2 çekdarên Eniya el-Nusrayê hatin kuştin

Kurd24

K24 – Efrîn 

Yekîneyên Parastina Gel (YPG)ê bersiva êrîşên Eniya el-Nusrayê yên li ser gundê Dêwa li herêma Efrînê da û emîrekê wê û 2 çekdarên din hatin kuştin.

Di daxuyaniyekê de Duh, 30 Tebaxê, YPGê ragehand, piştî ku çekdarên Eniya el-Nusrayê gundê Dêwa yê Efrînê dabûn ber topên Hawenan, wan jî bersiva wê êrîşa Eniya el-Nusrayê dane.

Li gor daxuyaniyê, şervanên YPGê operesyonek bi çekên giran li dijî çeperên el-Nusrayê kirin, di encamê de emîrekî El-Nusrayê yê bi navê Ehmed Hayik li gel şofêr û çekdarekî wî hatine kuştin, herwiha 10 çekdarên din jî birîndar bûne. 

Eniya el-Nusrayê, roja 28 Tebaxê danê êvarê gundê Dêwa yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê dabûn ber topan, di encamê de 2 sîvîl birîndar bibûn û malên gundiyan jî wêran bûbûn.