li Stenbolê çilrojiya şehîdên Pirsûsûê tê saxkirin

Kurd24

K24- Stenbol

Li Stenbolê 40 rojiya 33 şehîdên teqîna pirsûsê hat bibîranîn. Hevseroka HDP’ê Figen Yüksekdağ beşdarî bibîranînê bû û got: “33 rêhevalên me ji bo mirinê bi rê neketin. Lê belê bêbextiya wan a herî mezin ew e ku hebûna desthilatdariyeke ku ji mirinê pê ve tu tişt nizane.”

Çirojî duh, 31ê Tebaxê, li parka Yoğurtçuyê ya Stenbolê bi beşdarbûna bi sedan kes hatibû lidar xistin.

herwiha Hevseroka HDP’ê Figen Yüksekdağ, Parlamenterê HDP ‘ê yê Stenbolê Sezai

Temelli, Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgin Tanrıkulu û malbata 33 kesên ku di êrîşê de hatibûn kuştin beşdarî merasîmê bûn.

Yüksekdağ, derbarê pevçûnên ku di van rojan de diqewimin de axivî û banga aşitiyê kir.

Yüksekdağ got jî: “33 rêhevalên me ji bo mirinê bi rê neketin. Lê belê bêbextiya wan a herî mezin ew e ku hebûna desthilatdariyeke ku ji mirinê pê ve tu tişt nizane.”

Teqîna Pirsûsê roja 20ê Tîrmehê di nav komek xwndekar de pêkhatibû, di encamê de 33 kes şehîd bibûn, 114 les jî birîndar bibûn.