Berpirsekî AKPê li Amedê hat kuştin
K24- Amed
Serokê Baskê Ciwanan ê AKPartî yê bajarê Amedê Yunus Koca di encama êrîşêk çekdarî de hate kuştin.
Çend çekdarên nenas duh,31ê Tebaxê, avêtin ser dermanxaneya Yunus Koca ya li taxa Daxkapiyê û ew dane ber guleyan.
Hate zanîn ku Serokê Baskê Ciwanan ê AKPartî yê bajarê Amedê Yunus Koca, li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Derbarê mijarê de lêpirsînek berfereh hate destpêkirin.
9’ê Hezîrana îsal jî Serokê İHYA-DER’ê û endamê HUDA-PARê Aytac Barzan li Amedê di encama êrîşêk çekdarî de hatibû kuştin û ev yek bibû sedema aloziyê di navbera alîgirên HDP’ê û HUDAPAR’ê.