Heleb û Idlib li dijî el-Nusrayê xwepêşandanan dikin

Kurd24

K24 – Navenda Nûçeyan

Çend xwepêşandan li dijî kiryarên Eniya el-Nusrayê li derdora Heleb û Idlibê derketin, xwepêşander daxwaza vekişîna çekdarên ji wan herêman dikin.

Çalakvanên gundê Etarib ê başûrê Helebê ragehandin ku roja, 1 Tebaxê, xwepêşandanek li Etaribê derket û daxwaza derketina Eniya el-Nusrayê ji gund kirin, herwiha daxwaza serbestberdana girtiyan jî kirin. 

Di heman demê de, li bajarokê Cisir el-Şixûrê yê ser bi Idlibê ve jî xwepêşandan birê ve çû, xwepêşanderan daxwaza girtina navendên el-Nusrayê kirin, tevî xwesteka dadgehkirina hejmarek ji çekdarên wê û berdana zîndaniyan kirin.

Çalakvanan dan zanîn ku bi sedema danûstandina xirab bi welatiyan re û girtina welatiyan bêyî ku tuhmetên wan were naskirin, dibe cihê nerazîbûna xelkê.

Eniya el-Nusrayê tevahiya bajarê Idlibê û gundewarê wê dike, ev tişt jî dibe sedema nakokiyan di navbera el-Nusrayê û Artêşa Azad.