Li bajarê el-Siwêda ya sûriyê peykerê Esed tê hilweşandin

Kurd24

K24-Navenda Nûçeyan

Bi sedema teqîna opombîleke bombekirî li bajarê el-Siwêda serkirdeyekî Dûrizî li gel sê kesên din jiyana xwe ji dest dan.

Di daxuyaniyekê de Rewangeha Sûriyê a Mafên Mirovan duh 4ê Îlonê ragehand ku di teqîna otombîlekê li bajarê el-Siweda ku dikeve başûrê Sûriyê Wehîd el-Belûs ku bi kesayetiya xwe ya OLî, herwiha li dijî rejîma Sûriyê û grûpên Radîkal naskirî ye li gel sê kesên din jiyana xwe ji dest dan.

Rewangehê da zanîn ku di heman demê de teqîneke din li heman bajarî rû da û di encamê de bi dehan bûn qurbanî.

Ji aliyekî din ve Telfezyona fermî a Sûriyê her du teqîn tekez krin û diyar kir ku di encama wan teqînan de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan, herwiha telefîzonê, çekdarên opozîsyona Sûriyê bi encama wan teqînan tuhmetbar kir bê ku behsa serkirdeyê Dûrzî bike.

Li gor Rawngehê piştî teqînan bi dehan kes li pêşiya dezgehên fermî yê hikûmetê li bajarê el-Siwêda nerazîbûna xwe nîşan dan û peykerê serokê Sûriyê yê koçkirî Hafiz Esed hilweşandin.

Heta niha çi aliyekê berpirsyaretiya xwe derbarê wan teqînan ranegehandiye.