UNHCR daxwaza pêşwaziya penaberan dike.

Kurd24

K24 – Naveda Nûçeyan

Komisyona Bilind ya Penaberan ser bi Netewên Yekbûyî ve daxwaz ji welatên Ewropayê kir ku pêşwaziya 200 hezar penaber bikin.

Danûstandkarê Komisyona Bilind ya Penaberan Antonio Gutierrez duh 4 Îlonê di konfiranseke rojnamavanî de û bi amadebûna Emîdarê Giştî yê Encûmena Ewropayê Thorbon Yagland daxwaz ji welatên YEyê kir ku guh bidin krîza mezin ya penaberan.

Herwiha Gutierrez daxwaz ji serokên Ewropî kir ku navendên pêşwazîkirinê û tomarkirina penaberan li Yonanistan, Îtalya û Hingariya werin vekirin, bo alîkariya van welatan werin kirin bo ji rewşa qerebalixê were xilaskirin.

Ji aliyekî din ve, Gutierrez nîşana wê yekê da ku di sala 1956an de Hingariya jî rastî pêleke penabertiyê bûbû, ku dora 200 hezar Hingarî berve Nemsayê riviyan, Komisyonê jî di demê de alîkarî bi wan re kir.

Li gor UNHCR, dora 365 hezar penaxwazî di riya deryaya Spî re gihêştine Ewropayê 2 hezar 700 penaxwaz jî di deryê de jiyanên xwe jidest dane.