Sala nû ya xwendinê li Tirkiyê hate paşxistin

Kurd24

K24 – Navenda Nûçeyan

 

Bi sedema şer û pevçûnan dema destpêkirina sala nû ya xwendin û perwerdeyê li Tirkiyê du heftiyan hate paşxistin.

 

Di daxuyaniyekê de Serokê giştî yê Sendîkeya Perwerdeyê Kamuran Karaca duh, 4ê Îlûnê ragehand ku mamosteyên li Bakurê Kurdistanê karê perwerdeyê dikin ji ber rewşa şer dixwazin vegerin bajarên aram.

 

Mamostayên ku karê wan li navçeyên Bakurê Kurdistanê ne 75 ji sedî ji bajarên Tirkiyê ne lewma tirsa wan roj bi roj zîdetir dibe, ew mamoste bi rêya nexweşiyên ne rast û zewacên sexte dixwazin karên xwe veguhêzin bajarên xwe.

 

Ew mamoste dibêjin ku eger ti rê li ber veguhestina karê wan nemîne ew dê xwe ji kar vekşînin.

 

Ji aliyê xwe ve Parlamentoyê CHPê yê bajarê Istanbolê Mamut Tanal ku beriya niha lêkolîn li Herêmê kiribûn diyar kir ku şer û pevçûnan bandoreke mezin li ser mamosteyan hiştiye.

 

Xwendin û perwerde bo 28ê Îlûnê hate paşxistin