Endameke Asayişa Kobanê bi guleyan êrîşî wezîrekî dike

Kurd24

K24 – Kobanê

 Li Kobanê endameke Asayişê otombêla wezîrê çandiniyê dide ber guleyan, hevjîn û keça wî wezîrî jî birîndar dibin.

Li gor agahiyên K24ê, şeva borî 4 Îlonê li ser xala kontrolê ya Hêzên Aayişê li gundê Minazê yê Kobanî endameke Asayişa Kantona Kobanê bi gulleyan êrîşî otomobîla wezîrê çandiniyê yê wê kantonê Mehmûd Bozan kir.

 Herwiha li gor agahiyên K24ê ku piştî di navbera emdama Asayişê û wî wezîrî de gotinên tund derketin, wê endamê gule berdan ser otombîla wezîr Mehmûd Bozan kir, ku di encamê de hevjîn û keça Mehmûd Bozan ku di otomobîlê de bûn, her yekê ji wan guleyek lê ketiye û birîndar bûne û ji bo nexweşxana Pirsûsê ya Bakurê Kurdistanê hatine veguhastin.

Mehmûd Bozan ji serkirdeyên Partiya Demoqrat a Kurd li Sûriyê ye, ku berî niha jî di kantona Kobanê de wezîrê Aborî û Bazirganiyê bû.