Li Bakur Kurdistanê bazara ajelan kêmbûye

Kurd24

K24-Navenda Nûçeyan

 

Her sal berî Cejna Qurbanê bi mehekê gelek ajel ji bajarên Bakurê Kurdistanê bo bajarên din ên Tirkiyê dihatin şandin. Yek ji wan jî Manîsa bû. Lê îsal ji ber ku şer û alozî li navçeyê heye zêde ajel nehatin şandin û evna jî bû sedema giranbûna nirxê wan û nîgeraniya hevwelatiyan.

Bazirganê bi navê Tufan Kiliç ku 25 sale ajelan tîne bazara qurbanan a Manîsayê, dibêje ku li gor par nirxê ajelan ji sedî sih heta çilî zêde bûye ev yeke jî karê wan kêm kiriye:

Kiliç da zanîn û got:"Sala borî min 110 heywan firotin. Îsal bi heman pereyan tenê min karî 50 ajelan bikirim.

Aliyê rojhilat tevlîhev e,  Şirketên veguhestinê newêrin bên navçeyê û karê xwe bikin û Barhilgir nînin, herwiha şofêrên wan jî ditirsin, ji ber ku heta niha gelek barhilgir hatine şewitandin."

Bi baweriya Endamê Desteya Rêveber a Odeya Esnaf û Karbidestan a Manîsayê û Nûnerê Qesaban Ridwan Keçecî, şer û aloziyên  li bajarên Başûrê Rojhilat bandoreke neyênî li firotina qurbaniyan kiriye:

Naborî diyarkir û got:"Li cihekî eger şer hebe kî dikare heywanan bixwedî bike. Çawa bixwedî bike. Bêguman evna jî nîşana pirsê ye. Zêdebûna bûyeran di vê dema dawî de bandoreke xirab çêkir. Eger na salane bi hezaran ajel ji bajarên Rojhilat û Başûrê Rojhilat dihatin bajarê me."

Salane bi sedan malbat hesabê xwe li ser Cejna Qurbanê dikin û bi vî karî debara xwe dikin, lê îsal giranbûna behayê qurbaniyan û rewşa xirab ya aborî li Tirkiyê wiha kiriye ku welatî nikaribin ajelan bikirin û bikin qurbanî.