Li Swêdayê Durziyan 6 leşkerên Sûrî kuştin

Kurd24

K24-Navenda Nûçeyan

Piştî kuştina serkrdeyekî Durzî  bi sedema  teqînekê li bajarê Swêdayê, çekdarên Durzî şeş leşkerên rejîma Sûriyê kuştin.

Di daxuyaniyekê de Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan duh, 5ê Îlonê, ragehand ku piştî kuştina serkirdeyekî Durzî, welatiyên bajarê Swêdayê derketin kolanan û  xwepêşandan lidar xistin û şer di navbera wan û leşkeran de derket.

Rewangehê da zanîn ku di encama wî şerî de, 37 kesan jiyana xwe ji dest dan di nav de jî 6 leşkerên rejîma Sûriyê bûn.

Xwepêşandanên bajarê Swêdayê  ku weke navenda Taîfeya Durzî tê naskierin, di demekê de tên ku berî du rojan serkiedeyekê Durzî li gel sê kesên din di encama teqînekê de jiyana xwe ji dest dane.

Xwepêşandan bo çend rojan berdewam kirin, herwiha xwepêşenderan bi dehan otombîl şewitandin û peykerê Serokê Sûriyê yê koçkirî Hafiz el-Esed anîn xwarê.