Amerîka hişyariyê dide welatiyên xwe yên li Tirkiyê

Kurd24

K24 – Navenda Nûçeyan

Amerîkayê hişyarî da welatiyên xwe yên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê û daxwaz kir ku li hember bûyerên tundutijiyê hişyar bin. 

Şêwirmendê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê Mark Toner duh 5 Îlûnê, bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku heger malbatên berpirs û karmendên konsulxaneya Edenê bixwazin dikarin ji vî bajarî derbikevin.

Toner got ku ev biryar piştî destpêkirina operasyonên esmanî yên firokexaneya Incirlikê derxistine.

Mark Toner herwiha bal kişande ser şerê di navbera hêzên ewlekariya Tirkiyê û Gerîla û alîgirên PKK'ê û ji welatiyên xwe xwest ku geştên xwe yên li bajarên Bakurê Kurdistanê kêm bikin.