Welatî ji teqandina pira “Mehendê Yek” ji aliyê PKK ve nerazîne

Kurd24

K24-Navenda Nûçeyan

Piştî ku pira Mehendî Yek li Newala Konur a navçeya Şemzînana Hekariyê li Bakurê Kurdistanê ji aliyê gerîlayên PKKê ve hat teqandin, gundiyên derdorê bi xwepêşandekê nerazîbûn pxwe nîşan dan.

Nêzîka 400 welatiyên li navçeya ku pir lê ye, duh, 5ê Îlûnê, bi xwepşandanekê nerazîbûna xwe anîn ziman û diyarkirin ku bi têkdana pira Mehendî rêya çûnûhatinê nemaye.

Gundiyan diyarkirin ku kar û çalakiyên wiha nayên qebûl kirin.

Gundî li dijî wê yekê jî derketin ku bircên telefonan hatine şewitandin û çi peywendiya wan bi cîhanê re nemaye. 

Roja 2ê Îlonê jî li newala Gulkan pireke din hatibû teqandin û rêya çûnûhatinê heta demekê hatibû girtin.