Li taxên Amedê şerê kolanan destpê dike
K24-Navenda Nûçeyan
Şer û pevçûn li Taxa Hesirîya Sûr a Navçeya Amedê ya Bakurê Kurdistanê despêkirin û endamên Tevgera Ciwanên Welatparêz û Şoreşger YGHDê doh mifteyên seyareyan kom kirin, Polîsên taybet yênTirkiyê jî ketin nav kolanan û jinikeke 37 salî birîndar kirin.
Îro, 6ê Îlûnê careke din kolanên taxa Hesiriya navçeya Amedê, qada pevçûnan bû, bi sedema pevçûnan welatiyan kargehên xwe girtin û polêsan jî destur nedan ko gel ji malên xwe derkevin.
Pevçûn û operasyonên polîsan 4 demjimêran berdewam kir û welatiyeka bi navê salîha Okçû ko 37 salî ye, bi guleya polêsan birîndar bû.
Piştî ko pevçûnan destpêkir, Partiya Demokratîk a Gelan HDPê bangewazî kir ko welatî biçin taxê û operasyonan bidin rawestandin.
Parlamentera HDPê ya Amedê Çaglar Demîrel jî piştî pevçûnan daxuayniyekî da û ragihand ko ev şer nîne, tûndiya hêzên taybet yên dewletê ye.
Demirel, bang kir ko welatî li hemû bajar- navçe û kolanên Bakûrê Kurdistanê, jiyana xwe ya rojane bidomînin û li jîngehên xwe xwedî derkebin