8 hezar çekdarên Tunisî li Sûriyê şer dikin

Kurd24

K24 – Navenda Nûçeyan 

Şandeyek eşkere dike ku, 8 hezar çekdarên Tunisî di nava rêzên DAIŞê de ne, hikûmeta Sûriyê jî dibêje ku, ji wan 2 hezar hatine kuştin.

Şandeke Tunisî ku ji rojnamevan û parêzeran ve pêk hatiye serdana Şama peytext kir û ragehandin ku, di navbera 7 heta 8 hezar Tunisî li Sûriyê di nav rêzên rêxistinên radîkal mîna DAIŞê û Eniya el-Nusrayê de ne.

Endamê şandê Ziyad el-Hanî duh, 5 Îlonê, di konferensekî rojnamevanî de got ku, li gor raportên Hikûmeta Sûriyê, bêhtir ji 2 hezar Tunisî di sala 2014an de hatine kuştin.

El-Hanî got jî ku gelek Tunisî bi tohmetên tundûtûjiyê di zîndanên Sûriyê de hene, ku hejmarek mezin ji wan berê karên qaçaxcî û bazirganiya madeyên hişbir li ser sînorê Lîbyayê dikirin, piştre jî bi riyên komleyên ku li mizgeftan çalak in, tevlî van rêxistinan bûne.

Raporta dawiyê ya Netewên Yekbûyî eşkere dike ku di 3 salên dawî de, çekdarên tevlî rêxistinên Teroristî bûne, rêjeya wan gelekî bilind e û di dîrokê de berê wiha nebûye, ku bêtirî 25 hezar çekdar ji 100 welatî tevlî DAIŞê bûne.