Li Îdirê 12 polîsên Tirk hatin kuştin

Kurd24

K24- Navenda Nûçeyan

Li Îdira Bakurê Kurdistanê mayîn bi otombîla polîsan de teqiya û di encamê de 12 polîs hatin kuştin.

Li gor agahiyan, dema derbasbûna otombîla polîsan deriyê Gomrika Dîlucu yê sînorê Îdirêyê ko di navbera Tirkiyeyê û Azerbeycanê de ye, mayînek ku li ser rê hatibû danîn, bi wan de teqiya.

Ajansên Tirkiyê jî belavkirine ku, hejmareke zêde ji birîndaran hene, herî kêm jî 12 polîs hatine kuştin.

Heta niha jî ti aliyekî berpirsyariya xwe li ser bûyerê ranegehandiye, lê medyayê Tirkiyê penceyê bo PKK dibin, medyay ser bi PKK ve jî bi pesindayîn behsa wê bûyerê dike.

Di nav birîndaran de jî 4 kes hene ku birînên wan giranin, lewma pêşbînî tê kirin ku hejmara kuştiyan zêdetir bibe.

Piştî bûyerê jî, operasyonek berfireh ji aliyên dezgehên ewlehiyê û artêşa Tirkiyê ve hat destpêkirin.

Pêr, Yekşemê, li navçeya Daglicayê 16 leşkerên artêşê di çalakiyeke PKK de hatibûn kuştin.