Hikûmeta Iraqê lêkolînan li ser bikaranîna kîmyayî li dijî Pêşmergeyan dike

Kurd24

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Iraqê tîmeke pisporan ji bo lêkolîn li ser rastiya bikaranîna çekên kîmyayê ji aliyê DAIŞê ve li dijî Pêşmergeyan, serdana Herêma Kurdistanê dike.

Ajansa Reutersê duh, 7 Îlonê, li ser zarê çend çavkaniyên dîplomasî yên Iraqê belav kiriye ku, beriya niha sembol ji cihên ku gûman e bikaranîna çekên kîmyayî li wan hebû, hatine komkirin.

Berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehandibûn ku DAIŞê 3 êrîşên kîmyayî bi bombeyên “Morter” li dijî hêza Pêşmerge bikar aniye.

Ajansa Asayişa Herêma Kurdistanê jî paşmayên wan bombeyan şandibûn taqîgehên hevpeymaniya navdewletî, encamên destpêkê jî amaje bi hebûna xaza Kilor û Xerdelê li ser wan paşmayan hebûn.

Herwiha heman dîplomatkarên Iraqî gotin ku, hikûmeta Iraqê lêkolînek vekirine bo komkirina sembol û paşmayên wan êrîşan, bo bizanin ku xaza Xerdel li herêmên Kurdî bikar hatiya yan na.

Ew tîma ku ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatiye pêkanîn, dê vê heftiyê serdana Herêma Kurdistanê bike û lêkolînan li ser 3 cihên ku gûmana bikaranîna çekên kîmyayî li wan heye, bikin.