Zarokên Efrînê li dijî koçberiyê dikevin girevê

Kurd24

K24 – Efrîn 

Li meydana Azadî ya bajarê Efrînê zarokan li dijî koçberiya welatiyên Rojavayê Kurdistanê ketin girevê.

Di bin diruşma “Zarokên Sûriyê rihet bikin” komeleya “Melak” ya çavêdriyia sêwî û kêmendaman, şeva borî, 8 Îlonê, li meydana Azadî ya Efrînê gireveke zarokan lidar xist. Zarokan daxwaza bidawîhatina şerê li Sûriyê û rawestandina koçberiyê kirin.

Di nav siloganên zarokên de, wêneya Alanê Kurdî hate hildan, herwiha keçeke 6 salî jî rewşa xwe û dêyên hemû zarokên Sûriyê di helbestekê de derbirî.

Li gor rêvebera komelê Almaz Ebdo ku dora 150 zarokên sêwî, kêmendam û qurbaniyên şerê li Sûriyê di mangirtinê de beşdar bûbûn.

Wêneya zarokê Kurd Alanê Kurdî, li seranserî cîhanê gelek karvedan bi xwe re anîn meydanê, mangirtina zarokên Efrînê jî yek ji wan e.