DAIŞ perpirsyariya teqîna Dêrikê digre stûyê xwe

Kurd24

K24- Navenda Nûçeyan

Rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) berpirsyariya xwe li ser teqîna ku li Dêrika Rojavayê Kurdistanê çê bibû, ragehand.

Şeva 7-8ê Îlonê, teqînek li rojavayê bajarê Dêrikê çê bû, bêyî ku ti aliyekî fermî daxuyaniyekê li ser hûrgiliyan bide.

DAIŞê jî duh, Sêşemê, li ser yek ji pêgehên xwe yên tora civakî ya Twitterê belav kir ku, xwekujê bi navê “Ebû Enes el-Ensarî bi otombîleke bombekirî” derbasî navçeyeke leşkerî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bû û xwe teqand.

Rêxistina radîkal dibêje jî ku, di wî karê xwekujî de ”35” şervanên YPG şehîd bûne, lê heta niha ne YPG û ne jî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ti daxuyanî li ser wê bûyerê nedane.