Di Tebaxê de 1591 bermîlên teqîner li navçeyên Sûriyê ketine

Kurd24

K24 – Navenda Nûçeyan

Bêtirî hezar û 591 bermîlên teqîner ji aliyê firokeyên rêjîma Sûriyê ve di yek mehê de li ser deverên cuda de hatine avêtin û bi dehan kes jî bûne qurbanî.

Tora Sûrî ya Mafên Mirovan Îro, 9 Îlonê, di raporekê de da xuyakirin ku di Tebaxa borî de firokeyên şer yên rêjîma Sûriyê hezar û 591 bermîlên teqîner bi ser deverên cuda de avêtine, para mezin jî ji wan bermîlan ya derdora Şama paytext ketine.

Di raporê de hatiye ku, li gund û navçeyê li derdora Şamê, di Tebaxê de 894 bermîlên teqîner ketine.

Herwiha raportê amaje kir ku ji encama van êrîşan bêtirî 115 kesên sîvîl hatine kuştin, di nav wan de 37 zarok û 31 jin hebûn. 

Li gor raportê, ji cihên ku hatine armanckirin, 8 mizgeft, 2 dibistan, 2 navendên tenduristiyê, bazarek û 3 navendên kehrebê ne. 

Ji aliyê xwe ve, Berdevkê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê Salim el-Mislit banga li Encûmena Asayişa Navdewletî kir ku biryara 2139 ya ku “bikaranîna bermîlên Teqîner li deverên akincîbûnê qedexe dike” bikar bîne.

Bermîlên Teqîne, çekekî navxweyî ye ku ji aliyê kargehên çekan ên hikûmeta Sûriyê ve tên çêkirin, ji ber ku armancên xwe jî bi hûrî nayên, ziyanên mezin digehîne navçeyên ku lê dikevin.