Di bûyera Mekkayê de: 107 kuştî û 238 birîndar
K24- Navenda Nûçeyan
Hejmara qurbaniyên ketina Silingekê (vînç) li Mekkayê gehiştiye 107 kuştî û 238 birîndaran, pêşbînî zêdebûna hejmara kuştiyan jî tê kirin.
Berdevkê Serokatiya Karûbarên Mizgefa Heram û Mizgefta Nebewî, Ehmed Bin Mihemed el-Mensûrî, ragehand ku, ji ber ba û bahozê roja, 11ê Îlonê, Silingek li Mekkaya pîroz ket xwarê û di encamê de karesatek qewimî.
Derbarê hejmara qurbaniyan de, Bergiriya Şaristanî ya Erebistana Siûdiyê ragehand ku, hejmara kuştiyên bûyerê gehiştiye 107 kesan.
Herwiha her 238 birîndarên bûyerê bo nexweşxaneyan hatine veguhestin û rewşa hin ji wan xerap e. lewma pêşbînî tê kirin ku hejmara kuştiyan zêdetir bibe.
Ev bû çend sal ku aliyên peywendîdar li Erebistana Siûdiyê karê nûjenkirin û berferehkirina Mekkayê dikin, da ku karibin bi awayekî baştir û aramtir pêşwaziyê li heciyan bikin.