Li Londonê xwepêşandanek bo piştgiriya Bakurê Kurdistanê bi rê ve diçe

Kurd24

K24 – Navenda Nûçeyan

Li paytexta Brîtanyayê, Londion, xwepêşandanek bo piştgîriya bakurê Kurdistanê birêve çû, xwepêşandana daxwaz rawestandina şer ji hikûmeta Tirkiyê kirin.

Xwepêşandan duh, 11 Îlonê, li navçeya Westminster ya Londonê birêve çûbû, xwepêşnderan alên Koma Civakên Kurdistanê (KCK) û rêberê girtî yê PKK Abdulla Ocalan bilind kirine.

Piştî teqîna bajarê Pirsûsê roja, 24ê Tîrmehê, Artêşa Tirkiyê jî dest bi êrîşên esmanî li Başûr û Bakurê Kurdistanê li dijî pêgehên PKKê kirin.

Herwiha wîlayetê Diyarbekirê û Şirnaxî gelek dever wek herêmên leşkerî hatibûn ragehandin. Artêşa Tirkiyê jî dest bi operesyonên leşkerî kirin.

Di xwepêşandana li Londonê de, çalakvanan daxwaz ji hikûmeta Brîtanyayê kirin bo guvaşê li Tirkiyê bike da ku operasyonên xwe li dijî Bakurê Kurdistanê rawestandina.