li Amedê rewşa awerte hat ragehandin

Kurd24

K24 – Amed 

Walîtiya Amedê careke din li navçeya Sûrê ya Amedê rewşa awrete û derketina kolanan ji bo welatiyan qedexe dike. 
Peyamnêrê K24ê li Amedê jî ragihand ku îro 13 Îlonê ji demjimêr 5.00 , polîsan û tîmên taybet bi otombîlên zirxpoş navçeya Sûr dorpêç kirin û dest bi êrîşan dikin. 
her wiha peyamnêrê me diyar kir, dengê teqînan li taxên Elpaşa, Mizgefta Kebîr, Mizgefta Nebî, çafat Paşa, Îskender Paşa dihat.

Li navçeya Sûrê di 6 Îlonê de jî derketina derve hatibû qedexekirin lê wê demê li Sûrê du polîs hatibûn kuştin.

Tê zanîn ku li navçeyên din jî yê Bakurê Kurdistanê derketina derve qedexe ye, wek Farqîn, Gever, Cizîr, Nisêbîna Mêrdînê, ku di encamê de çend kes bi guleyên polîsan hatibûn kuştin, ku piraniya wan ciwanên di navbera 18 – 20 saliyê bûn.