Li Şirnex û Farqînê 3 polîs hatin kuştin

Kurd24

K24 – Amed

Li Bajarê Şirnexê, bi êrîşeke otombîleke bombekirî 2 polîsên bajêr hatine kuştin û li navçeya Farqînê ya Amedê jî hinek çekdaran êrîşî polîsan kirin û polîsek kuştin.

Li destpêka bajarê Şirnexê li aliyê fermandeya giştî ya leşkerî îro 13 Îlonê li 5ê sibehê hinek êrîşkaran tirimbêla ku li rexê bazgehê sekinandibû teqandin, li gor parêzgeriya Şirnexê ku 2 polîs hatin kuştin, 5 polîs jî birîndar bûn, herwiha leşkerên artêşa Tirkiyê du ji êrîşkar kuştin.

li navçeya Farqînê ya Amedê jî hinek çekdaran bi RPGyan êrîşî polîsên ku xendekên navçeyê dadigirtin kirin û polîsek hat kuştin.

Piştî êrîşa li Navçeya Farqînê ya Amedê jî li taxa şer lê çêbûyî û du taxên li aliyê wê derketina kolanan hat qedexekirin.

Hat zanîn ku piştî teqîna Şirnexê leşkeran operasyon daye destpêkirin û hinek rê jî hatine girtin.