Parlementoya Kurdistanê “krîza darayî” gotûbêj dike

Kurd24

K24- Hewlêr

Parlementoya Kurdistanê krîza darayî û aborî gotûbêj dike, Wezîrê Darayî û Aborî jî dê amade be.

Biryar bû civîna îro, 7ê Cotmehê, taybet ba bi pesendkirina peyrewa navxwe ya Parlementoya Kurdistanê, lê piştî xwepêşandana çend parlementeran bernameya kar hat guhertin.

Ji ragirtina budce û mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta navendî li Bexdayê, krîzeke aborî peyda bûye û jiyana fermanber û xelkê xirab bûye.

Di civîna parlemetoyê de, wê Wezîrê Darayî û Aborî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Rêbaz Hemelan, amade be.

Biryara birîna budceya Herêma Kurdistanê di Sibata sala 2014an de ji aliyê serokwezîrê wê demê yê Iraqê Nûrî Malikî ve hatibû dayîn. Heta niha jî budce ji aliyê Bexdayê ve nehatiye şandin.

Ev bû demek Hikûmeta Herêma Kurdistanê petrola xwe bi awayekî serbixwe hinarde dike û difroşe, lê daketina nirxê petrolê li bazarên cîhanê erkê peydakirina budce û mûçeyê li ser mile hikûmetê girantir kir.

Li gor amarên dawî yên hinartina petrolê, astê hinartina rojane ya petrolê gehiştiye 620 hezar û 478 bermîl, ku bi rêya bendera Ceyhan a Tirkî digehe bazarên cîhanê.