Fotograferekî Kenedî, karesatên xwezayê radixe berçavan

Kurd24

K24 – Navenda Nûçeyan

Fotograferê Kenedî Îdward Bortaynskî (Edward Burtynsky) yê 60 salî, sîh sal temenê xwe bi girtina wêneyên erdê ji esman derbas kir.

Bortaynskî di girtina wêneyên xwe de, bandora pîşesaziyê li ser xwezayê radixe berçavan ka çawa mirov bi awayekî neyînî rewşa erdê têk dide.

Di wêneyên vî hunermendî de, rola petrolê û karxaneyên ku bermayên pîs li pey xwe dihêlin tên nîşan dan.

Projeya dawî ya Bortaynskî bi navê “Av” e, têde gelek dîmenên xwezayî yên ku bi sedema pîsbûna avê, reng û sîmaya xwe ji dest dane pêşan dide.

Wêneyên Bortaynskî bandora ketina petrolê bo nav ava deryayê û şopên wê yên herifîner nişan dide wek dokumenter li hember alîyên ku dibin sedema van karesatên siruştî.

Herweha, ev hunermend tekezê li ser karvedan û derencamên hişkatiyê û avakirina bendavan û  bandora wan li ser erdê dike.

Çavkanî: ajansên nûçeyan