Lîstikgeha Zaxo ya navdewletî tê vekirin

Lîstikeke dostane di navbera bijardeya Iraqê û tîma Zaxoyê birêve çû.

K24- Zaxo

Duh roja çarşembê rêkefta (3.06.2015) û bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêcîrvan Barzanî û cemawereke mezin lîstikgeha navdewletî ya bajarê Zaxo het vekirin.

Bi merasîmeke mezin û lîstikgeha dostane di navbera hilbjardeya Iraqê re tîma Zaxo lîstikgeha xwe ya navdewletî vekir, têde bi 2 golan bê bramber şikestin anî, golên hilbjardeyên Iraqê her yek ji Husên Alî û Yunis Mehmud tomarkirin.

Hêjayê gotinê ye Lîstikgeha Zaxo yek ji mezintirîn lîstikgehên Iraqê ye li ser rûbera 221Donim hatiye çêkirin,herwiha cihê 20 hezar kes tê de heye û 12 deriyî yên cûn û derketinê tê de hene.