Zeviya Kormorê ya Gazê hat moşekbarankirin

Zeviya Kormorê ya Gazê / Wêne: Erşîf
Zeviya Kormorê ya Gazê / Wêne: Erşîf

Navenda Nûçeyan (K24) – Birêveberê Nahyeya Qadirkeremê ji K24ê re ragehand, “Zeviya Kormorê ya Gazê hat moşekbarankirin”.

Birêveberê Nahyeya Qadirkeremê Sidîq Mihemed îro (În, 26.04.2024) ji K24ê re ragehand, “Berî demeke kêm Zeviya Kormorê ya Gazê hat moşekbarankirin û heta niha nehatiye zanîn ku ew moşek ji kî derê hatine avêtin”.

Di demên borî de jî gelek caran êrîşî Zeviya Kormorê ya Gazê li sinorê nahyeya Qadirkeremê ya qezaya Çemçemalê hatiye kirin ku ji ber wan êrîşan hinardekirina gazê ji bo tevaya westgehên berhemanîna karebê hatiye rawestandin.

Ev zevî her roj çar hezar û 200 mêgawatên karebê berhem tîne ku du hezar û 800 mêgawatan ji bo Herêma Kurdistanê ne û yên mayî jî ji her du parêzgehên Kerkûk û Mûsilê re tên şandin.

Gaza Kormorê bi rêya boriyê ji westgehên karebê yên Çemçemal û Hewlêrê re tê şandin, wesa jî 67% ya kareba Herêma Kurdistanê dabîn dike.

Zeviya Kormorê ya Gazê ku li sala 2007ê hatiye damezrandin dikeve sinorê nahyeya Qadirkeremê ya qezaya Çemçemalê li parêzgeha Silêmaniyê, ku kompaniya Danagazê weberhênanê tê de dike.