Bexda 508 milyar dînar rêkirin Herêma Kurdistanê

Ew rêjeyek gelek kêm e ji mafên darayî yên Hewlêrê

K24 - Hewlêr

Wezareta Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere kir û Bexdayê 508 milyar dînarên Iraqî şandine Herêma Kurdistanê.

Berdevkê wezaretê Ehmed Ebdulrehman ragehand ku Wezareta Darayî ya Hikûmeta Navendî 508 milyar dînarên Iraqî duh, 8ê Hezîtanê, şandine li ser Hisabê Hikumeta Herêma Kurdistanê. Ji wan pereyan 34 milyar taybetin bi mûçeyên Pêşmergeyeyên Kurdistanê û yên din mûçeyên Fermanberane.

Ji aliyeke din ve Ebdulrehman da zanîn ku ev pere ne hemû heqbeşên Herêma Kurdistanê ne ji bûdce û mûçeyan , herwiha diyrkir û got: " Em çaverê dikin hemû destkeftên herêmê bi giştî ji Hikumeta Navendî werin şandin".

Hêjayê gotinê ye ku Hikumeta Navendî ya Bexda yê heqbeşê Hikumeta Herêma Kurdistanê ji firotina Petrolê yên heyva Gulanê li gorî rêkeftina di nebera Hikumeta Herêmê û Bexda bi temamî ne hatibûne şandin.