Iraq, Îran û Sûriyê li dijî DAIŞê dicivin

Civîn li Bexdayê birêve diçe

K24- Navenda Nûçeyan

Di heftiya bê de li Bexdadê wê wezîrên bergîriya her sê welatên Sûriyê, Îran û Iraqê bo hevrêzî û alîkariyê bikin bo jinavbirina DAIŞê.

Rawêjkarê rêberê Îranî Elî Ekber Wîlayetî ev hevdîtin eşkere kir, piştî rexneyên Sûriyê ji asta hevrêziya di navbera wan her sê welatan de, tevî rûbirûbûna wan ji dijminekî re.

Di dema hevdîtina wî bi wezîrê navxweyî yê Sûrî Muhemed Se'ar re, wîlayetî ragihand "Tê çaverêkirin ku nûnerên her sê welatan ji bo genseşekirina jinavbirina DAIŞê bicivin… hefteya bê jî dê pêşveçûnên girîng li ser asta pêwendiyan rû bidin"

Her wiha got jî "Tundrew û alîkarên wan nikanin armancên xwe li Sûriyê pêk bînin, serkeftin jî dê ji gelê Sûrî re be."

Ji aliyê xwe de jî wezîrê navxweyî ya Sûrî tekez li ser girîngiya vê hevdîtinê kir, ku her duyan beyanameyeke alîkariya ewlehiyê bi hev re îmze kirin.