Civînên ENKSê bo lixwegirtina Pêşmergeyên Rojava berdewam e

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Qamişlo dicive

K24 – Qamişlo

Di civînên Encûmena Niştimanî ya Kurdî de, projeya lixwegirtina Pêşmergên Rojavayê Kurdistanê tê gengeşekirin.

Civîna ENKSê ku bi amadebûna nûnerên partiyên siyasî, tevgerên ciwan û jinan û werzişî roja sêşemê li Qamişlo berdewam e, ku belgeya siyasî ya demkî û peyrewa navxweyî hatin guftûgokirin.

piştî bicihkirina pêşniyaran li ser babetan, dê dengdan li ser were kirin, bo bi rewşa siyasî û civakî ya rojavayê Kurdistanê re bigunce.

Her wiha li ser peywendiyên di navbera ENKS û EGRKê de amadebûyan tekez li lihevkirineke siyasî bi EGRKê kirin, Her wiha amaje bi wê yekê kirin jî ku têkçûna hevpeymanên Hewlêr1 û 2 , Dihok û lêvegera siyasî dikeve ser milê PYDê, û daxwaza hevpariyeke rasteqîne kirin.

Tê caverêkirin ku di rûniştinên sibe de biryara fermî ya lixwegirtina pêşmergeyan were birin.