“Şaneke nivistî” êrîşî Girê Sipî dike

Şerek di navbera YPGê û “şaneke nivistî” ya DAIŞê de li Girê Sipî derket.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şer û pevçûn di navbera Yekîneyên Parastina Gel û “şaneke nivistî” ji cekdarên DAIŞê de roja sêşemê li aliyî Girê Sipî yê rojhilatî derket.

YPGê ragihand ku di encama wî şerî de sê çekdarên DAIŞê hatin kuştin û du jî bi birîndarî reviyan Tirkiyê.

Çekdarên DAIŞê di dibistanekê û malekê de xwe veşartibûn gule bi ser gundiyan de berdan ku çar kesên sivîl birîndar bibûn. Gundiyan  xwastin jî wan birîdaran di dergeha sînorî re derbasî Tirkiyê bikin, lê desthilatên Tirkî nehêştin ku derbas bibin.

Şervanekî YPGê bi navê Serhed diyar kir ku “ew girop ji deh kesan bûn, ew yan ji şanên DAIŞê yên nivistî ne, yan jî ji Tirkiyayê derbasî gund bibûn”