Bernameya Xoraka Navdewletî alîkariyan bo penaberên Sûrî kêm dike

Bernameya Xoraka Navdewletî careke din alîkariyên xwe bo penaberên Sûrî kêm dike

K24 – Navenda Nûçeyan

 

Bernameya Xoraka Navdewletî duh 1ê Tîrmehê ragehand ku, ewê careke din alîkariyên xwe bo penaberên. Sûrî yên li Libnan û Urdinê dimînin “kêm bik.”

 

Bernameya Xoraka Navdewletî di daxuyaniyekê de ragehandiye “ji ber kêmbûna dahata pêwîst, kartên xorakê ji her penaberekî re ku li Libnanê dimîne, dê dakeve 13.5 dolarî” herwiha daxwaza 138 milyon dolar kir, heta ku karibe li ser karê xwe berdewam be.

 

Li Urdinê jî “heger pereyên pêwîst beriya meha Tebaxê negehin dest Bernameya Xoraka Navdewletî, dê ew neçar be alîkariyên penaberên ku li derveyî kampan dijîn, rawestîne.”

Li gor daxuyaniyê  “ji sedî 81 ji dahatên Bernameya Xoraka Navdewletî kêm bûye, pêwîstiya wê jî bi 138 milyon dolar heye ku karibe di meha Îlonê de berdewamiyê bi alîkariyên xwe bide.”

 

Ev pêncemîn car e ku Bernameya Xoraka Navdewletî alîkariyên xwe yên bo penaberên Sûrî kêm dike.