Teqînekê balyozxaneya Italya li Misrê hejand
K24-Navenda Nûçeyan
Teqîneke bihêz li nêzîk balyozxaneya Italya li Qahîrê çêbû, di encam de welatiyekî canê xwe ji dest da.
Li gor ku di medyayê de hatiye belav kirin teqîn îro, 11 Tîrmehê, demijmêr 6 sibehê li kolana Celaa ku balyozxaneya Italyayê li wir e, çêbûye.
Ji bilî kesê ku canê xwe ji dest daye 4 kesên din ku hemû sivîlin birîndarbûne, li gor ku berdevkê wezareta tenduristî ji BBC re ragehandiye.
Herwiha avahiya Dadgeha Bilind a Qahire li heman cadeyêye û teqîna ku çêbûye.
Berpirsekî asyîşa Misrê eşkere kir ku teqîn bi rêya otombîleke bombekirî hate encamdan, lê heta neha ti aliyekî berpirsyaretiya xwe ji teqînê re ranegehandiye.
Beriya demkê jî dozgerê giştî yê Misrê bi teqînekî hatibû armanckirin û di encamde cane xwe ji dest da.