Ciwanên Şoreşger "bazirganekî DAIŞê” li Stenbolêa dikujin

wan çend çekdarên DAIŞê destnîşan kirine û dest bi oprasyona kuştina wan kirine

K24-Navenda Nûçeyan

Tevgera Ciwanên Niştimanî yên Şoreşger  ragehand ku, wan weke karvedanekê li ser teqîna Pirsûsê “endamekê rêxistina DAIŞê” li bajarê Stenbolê kuştine.

Di daxuyaniyekê de Tevgerê li ser malpera xwe ya fermî belavkirye ku wan çend çekdarên DAIŞê destnîşan kirine û dest bi oprasyona kuştina wan kirine.

Ajansa Anadolê jî ragehandiye ku ew kesê ku ji aliyê Tevgera naborî ve hatiye kuştin bazirganeke bi navê Mirsil Gol e û li taxa Sultan Xazî hatiye kuştin.

Roja 20ê Tîrmehê, li bajarê Pirsûsê yê Bakurê Kurdistanê xwekujekî xwe di nava komek xwendekarên sosyalist de teqand û di encam de 32 kes hatin kuştin û bi sedan birîndarbibûn.

Ji aliyeke din ve Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK)ê duh, çarşemê 22ê Tîrmehê ragehand ku wan weke karvedanekî li ser teqîna bajarê Pirsûsê du polîsên Tirk li ser sînor kuştine.

Li gorî rojnameya Huriyet a bi ser Hikumeta Tirkiyê ve iro, 23ê Tîrmehê Hikumeta Tirkiyê bi gumana kuştina wan polîsan sê kes girtin ku belge di nav mala wan de dîtine.